Li Amedê êrîş hatin protestokirin
21:01
Tebax
18
/ 2015
JINHA
AMED - Gelê Amedê bertekên xwe yên li hember konsepta şerê AKP'ê daniyî holê helwesta xwe diyar dikin.
Gelê Amedê li hember konsepta şerê AKP'ê daniyî holê bertekên xwe bi çalakiyên dengderxistinê anîn ziman. Di saet 20.00'an de bi boneya protestokirina êrîşên ser Farqîn, Lîce, Silopî û Şemzînanê welatiyan bi tencere, tewa yan deng derxistin û ceyîran digirtin û pêdixistin, bi wî awayî bertekên xwe didan diyarkirin. Dema çalakiyan berdewam dikir li Taxa Huzurevleriyê dengê fîşekên hewayî û bombeyên gazê dihatin.
(zt)
