Li Stenbolê polîsan ciwanek qetilkir

09:46

JINHA

STENBOL - Polîsan li Esenlerê koma ku çalakî li dar dixist gulebaran kir û di dema gulebaranê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Tuna ya Esenlerê polîsan êrîşî koma ku êvarî çalakî li dar xist gulebaran kir, di encama gulebaran polîsan de ciwanekî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê ciwanê hate qetilkirin rakirin Saziya Tiba Edli, hate îdiakirin ku polîsan 4 ciwan jî binçav kirine.

Di çapemeniya navendî de jî hate îdiakirin ku ciwanê jiyana xwe ji dest daye YDG-H'î ye û gule berdaye polîsen bi ser vê yekê pevçûn çêbûye û jiyana xwe ji dest daye û bi vî rengî xwest înfaza bêdaraz rewa nîşan bide.

(zt)