Li sêgoşeya Lîce-Hêne-Karazê çalakiya mertalên zindî

10:09

JINHA

AMED - Li sêgoşeya Lîce-Hêne-Karaz ên Amedê di pevçûnanên hatin jiyîn de şewat derket û şewat hat vemirandin û çalakiya mertalên zindî ya li gundê Zerê berdewam dike.

Li sêgoşeya Lîce-Hêne-Karaz ên Amedê di dema pevçûnên hatin jiyîn de leşker derdor şewitand û şewata derketî hat kontrolkirin. Şewat dema ber bi navenda Hêne ve diçe welatî û ekîbên îtfaiyeyê yên şaredariyên Hêne, Lîce û Karazê heya serê sibê xebatên vemirinadina şewatê kirin û şewat vemirandin. Li gorî çavkaniyên herêmê li herêma leşkerên sivîl hatin bicihkirin. Leşker li sêgoşeya Gomeç, Çakil û Mazli yên gundê Seren a navçeya Hêne ve berfireh dike û leşker herêmê dişewitînin.

Mertalên zindî di nobetê de ne

Welatiyan li gundê Zerê yê Lîcê yê ku pevçûnên dijwar lê jiyîn heya serê sibê nobet girtin. Welatî îro jî li hemberî pevçûnekekî derbikeve dê li herêmê sekna xwe didomînin.

Tê gotin ku li navçeya du şevin qedexeya kolanan heyî li navenda navçeyê leşkerên taybet digerin.

(zt)