Li Gaziyê jî îlana rêveberiya cweherî

10:10

JINHA

STENBOL - Însiyatîfa Gel a Taxa Gaziyê "rêveberiya cewherî" îlan kir û daxuyand ku dê li dijî qatlîamên hikûmeta demî ya AKP'ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin.

Li Însiyatîfa Gel a Taxa Gaziyê ya Saltangazî bi meşekî rêveberiya cewherî îlan kirin. Di meşa ku ji avahiya HDP'ê ya Sultangaziyê heta Lîseya Şaîr Abay a Taxa Gaziyê de pankarta "Ji serokatiyê re azadî nêzîkatiya li hemberî Ocalan nêzîkatiya aştiyê ye" hate vekirin û welatiyan dirûşmên "Xeta ke Sêrîtan rêberê me Ocalan" "Dê heq hiqûq edalet bi PKK'ê re bê" "Em hemû Zîlan in, em ê bibin bombe û bibarin" berz kirin. Piştî meşê li ser navê Însiyatîfa Gel a Gaziyê Endama Koordînasyona KJA'yê ya Stenbolê Gulsen Bîter daxuyanî da û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya di Newroza 2013'an de ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ve hate destpêkirin ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve vala tê derxistin û şer li ser gelê kurd tê ferzkirin.

Gulsen bilêv kir ku li Kurdistanê li qatlîamên ku li dijî xweza, jin û ciwanan tê ferzkirin ve li dijî gelê kurd şereke topyekûn hatiye destpêkirin û wiha got: "Li dijî vê yekê gelê Gaziyê yê kedkar ên ku ziman. ol, çanda wan cuda be jî jiyan parve kirine êdî dema ku bibêjin 'êdî bes e' hatiye." Gulsen diyar kir ku li dijî van qatlîaman gelê Gaziyê de rêveberiya xwe ya cewherî ava bikin û parastina xwe ya cewherî pêk bînin.

Daxuyanî bi silogan û çepikan ve bi dawî bû.

(zt)