Li Şemzînan şer berdewame

10:28

JINHA

COLEMÊRG - Li Şemzînanê leşker û polîsên ku ber bi sibehê xwestin xendekan bigirin û HPG'iyan de pevçûn diqewimin.

Li navçeya Şemzînana Colemêrgê di ketina navçeyê de di navbera leşker û polîsên ku ber bi sibehê xwestin xendekan bigirin û HPG'i, hêzên parastina cewherî de pevçûn diqewimin. Li navçeya ku duh pevçûnên dijwar qewimîn bi şev jî dem bi dem dengê çekan tê, bi serê sibehê ve pevçûnan careke din dest pê kir. Leşker û polîsan bi wesayîtên zirxî ve xwestin xendekan bigirin li ser vê yekê hêzên parastina cewherî û HPG'ê bersiv dan. Li qada ku teqîn jî qewimî, pevçûn didome.

Li aliyê din welatiyên Şemzînanê yên xwestin biçin gundê Şapatanê jî ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.

(zt)