Li Qamişlo teqîn: Gelek mirî û birîndar hene

10:52

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê kamyoneke bombebarkirî teqiya. Di teqînê de mirî û birîndar hene.

Li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê îro saet derdora 09:20'an de li Taxa Enteriyê teqînek pêk hat. Li gor nûçeya ANHA'yê îro li Taxa Enteriyê kamyoneke bombebarkirî li kolana di navbera avahiya asayişê û herêma Sinaa de hate teqandin. Hate zanîn ku di encama teqînê de ji welatiyên sivîl ên li herêma Sinaa li ser karê xwe bûn, mirî û birîndar hene û kesên birîndar rakirine nexweşxaneyên bajar. Her wiha di avahiyên derdorê de ziyana madî pêk hatiye.

Hate zanîn ku kamyona hatiye teqandin piştî ku bombe lê hatiye bar kirin, ser kamyonê bi xîz hatiye dagirtin da ku balê nekşîne.

Li herêmê hêzên asayîşê lêkolînên xwe didomîne.

(rc)