Li Sêgoşeya Licê-Henê-Karazê cardin bombebaranê despê kir

13:46

JINHA

AMED - Li sêgoşeya Licê-Henê-Karazê operasyona leşkerî îro dîsa dest pê kir. Li çoltera gundê Huriyê bi helîkopteran ve tê bombebarankirin.

Li sêgoşeya Licê-Henê-Karazê yên Amedê operasyona leşkerî îro dîsa dest pê kir. Li çoltera gundê Huriyê bi helîkopteran ve bi hewa tê bombebarankirin. hate dîtih ku ji bejahiyê jî ber bi herêmê leşker tên sewqkirin. Li herêmê li dijî operasyonan çalakiya mertalên zindî jî didome ji ber ku herêm bênavber tê bombebarankirin fikara windakirina sivîlan heye.

(zt)