Li Gimgimê gel li hember operasonê bûn mertalên zindî
13:47
JINHA
MÛŞ - Li Gimgimê piştî ku li herêma "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" operasyona leşkerî hate destpêkirin gel li "şehîdgehê" çalakiya mertalên zindê da destpêkirin.
Li gundê Kulana Gimgima Mûşê li "Şehîdgeha Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî" ya aydî PKK'î û HPG'iyan seat di 05.00'an de operasyona leşkerî hate destpêkirin. Herêma ku yekîneyên taybet ên leşkerî bi helîkopter û tankan operasyon hatiye destpêkirin di navbera HPG'î û leşkeran de pevçûn derket. Di pevçûnê de hate hinbûn ku helîkopterekî skorsky darbe xwariye û li ser vê yekê helîkopter ji herêmê veqetiya. Ji ber bombebarana helîkopteran li herêmê şewat derket. Şewat ji aliyê welatiyên ku hatin herêmê ve hate vemirandin. Piştî ku agahiya operasyonê hat bi hezaran welatî çûn herêma şehidgehê, li ser vê yekê wesayîtên leşkerî ji herêma şehîdgehê veqetiyan. Piştî ku leşker veqetiyan jî bi hezaran kesan li şehîdgehê çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin. Gelek welatî jî bi peyariyan ve gihîştin şehîdgehê.
Li aliyê din hate hinbûn ku leşkerên ku li gundê Kulanê lêgerîn kirin welatiyê bi navê Melîk Sondur hate binçavkirin.
(zt)
