Jinên qirkirinên li Kurdistanê pirotesto kirin rastî êrîşa polîsan hatin

14:32

JINHA

STENBOL - Jinên ku ji bo şermezarkirina qatlîamên ku dewlet li Kurdistanê pêk tîne li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev rastî êrîşa polîsan hatin.

Li Stenbolê jinên ku endamên Koordînasyona KJA'yê ya Stenbolê ne ji bo şermezarkirina qatlîamên ku dewlet li kurdistanê pêk tînê li ber Lîseya Galatasarayê kom bûn rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi hinceta ku li ber Liseya Galatasarayê daxuyanî dayîn qedexe ye bi mertalan ji ders kirin û berê wan dan Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê. Jinan bi çepik û dirûşman êrîşa polîsan şermezar kirin. Jin dê daxuyaniyê li ber avahiya HDP'ê bidin.

(rc)