Li Tekirdagê qirkirina jinan

17:56

JINHA

TEKİRDAG - Li Ergeneyê mêrê bi navê Emrah C. jina bi navê Gulum Aydogdu bi kêran qetilkir. Xizmên Gulum xwestin qatîlê wê lînc bikin.

Li navçeya Ergene ya Tekirdagê jina bi navê Gulum Aydogdu ya 43 salî ji aliyê mêrê bi navê Emrah C. ê 35 salî ve bi kêran hat qetilkirin. Dema ku Gulum rakirin nexweşxanê jiyana xwe jidest da, Emrah C. jî reviya. Dema ku xizmên Gulum Emrah C. di nava çaxaneyekê de dîtin xwestin lînc bikin, bi daran lêxisitn, polîsan fîşekên hewayî teqandin di wê navberê de qatîl reviya. Despêkê atîl Emrah C. li nexweşxanê hat dermankirin û paşê jî ji bo lêpirsînê birin Şaxa Muduriyeta Asayîşa Tekirdagê.

(zt)