Jinên ku xwestin li ber Walîtiyê çalakî bikin rastî êrîşa polîsan hatin
19:29
Tebax
19
/ 2015
JINHA
İZMİR - 2 jinên DOB yî xwestin li ber Walîtiya İzmirê çalakî bikin rastî êrîşa polîsan hatin û hatin binçavkirin.
Endamên Hevgirtina Xwenekarên Şoreşger (DOB) yê Lutfiye Burcu Kara û Cansu Goksun dema ku xwestin li ber Walîtiya Îzmîrê çalakî bikin, pankartên weke "Deshilatiya dewlemendan gelê kedkar qetildike" vekirin û duruşmên weke "Bijî hevgirtina tekoşîna kurd û tirkan" bilind kirin rastî êrîşa polîsan hatin û hatin binçavkirin. Burcu û Cansu birin Emniyeta Muduriyeta Navçeya Konakê.
(zt)
