Daxwaza 15 serokên baroyan a ji bo hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hat red kirin

15:46

JINHA

STENBOL - Daxwaza hevdîtinê ya 15 serokên baroyan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ji aliyê Wezareta Dadê ve hate redkirin.

15 serokê baroyên ku di nav de Amed, Riha, Êlih, Mêrdîn û Şirnex jî hene di 13'ê Tebaxê de serî li Wezareta Dadê dan û xwestin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Wezaretê bersiv da serlêdanên serokên baroyan. Wezareta Dadê madeyên 85'emîn û 116'emîn a qanûna înfazê hincet nîşan da û daxwaza hevdîtinê ya parêzeran red kir.

Baroyên ku ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirine ev in: Amed, Riha, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Agirî, Semsûr, Çewlik, Bedlîs, Mûş, Dêrsim, Colemêrg, Qers-Erdexan.

(zt/ch)