DOKH: Çalekiya Gokkan mînaka qehramantiyê ye

15:40

 


JINHA


AMED - Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) der barê meşa sibê de daxuyinî da. DOKH da zanîn ku Kurdistan rojên dîrokî yên bêhempa dijî û wiha got: “Bi daxwazên azad tevli nava meşa Şoreşa Rojava bûyîn û vê heqîqetê li bakûkrê Kurdistanê bi meşek bêhempa nîşandayin ji bo me fermaneke dîrokiye. Şoreşa Rojava ji bo me dil, mêjî û pêşeroja me ye. Heqîqeta Rojava ji hemû kesî re jiyana rast nîşan dide. Şoreşa Rojava êdî cîhan û jiyanek nû ye.


Di daxuyaniye de hat gotin ku Şoreşa Rojava îflasa pêymana lozanê ye û wiha pêda çû: “Ev îlankirina statuya Kurdistanê ye. Ji ber wê jî modela netew-dewlet hatiye hilweşandin. Êdî rastiya ku sedsala 21’emîn sedsala kurdan e derketiye holê. Ji ber wê jî hikûmeta AKP’ê şerê ku li bakûrê Kurdistanê dimeşîne, êdî li Rojava jî dimeşîne. Hikûmeta AKP’ê di cîhanê de rêxistina herî wehşî çeteyên El-Nusra bi ser kurdan ve rê kiri ye. Lê ji destpêkê û heta niha berxwedana YPG’ê û YPJ’ê çeteyên El-Nûsra têkbiriye. Hikûmeta AKP’ê ji vê yekê re jî tehemûl nekiriye û din ava qamişlo û Nisêbînê de dîwaran lêkiriye.  Bila bê zanîn ku hesabên qirêj yên ku der barê Rojava de bên girtin, dê hemû kurdan rake ser piyan.


DOKH di daxuyaniyê de banga ku her kes tevli meşa li dijî dîwarê şermê ya di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê lêkirin kir û got bila sibê her kes tevli meşê bibe.


DOKH da zanîn ku aktîvîsta DOKH’û Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan li dijî dîwarê şermê berxwedanek bêhemba nîşan dide û wiha pêda çû: “Berxwedana rêhevala me Ayşe Gokkan mînaka helwestek şoreşgerî ya nû ye. Em bi biryarin ku çalekiya rojiya mirinê wekî çalekiyek nû bikin meriyetê. Ji ber wê jî em bang li gelê kurd û jinên kurd dikin ku li dora rêhevala me Ayşe Gokkan bibin xelek. Û îro devli meşa ku em ê heta sînor pêk bînin bibin. Hilweşandina vî dîwarê pêwirek welatparêziye û em ê vê pêwirê bînin cih.”


(mg)