Bloka Aştiyê ber bi Farqîn û Lîcê ve kit rê

15:53

JINHA

AMED - Heyeta Bloka Aştiyê ji bo li Lîce û Farqînê lêkolînan bike beriya ku biçe têkîldarrî armanca xwe ya çûyînê li Amedê daxuyanî da. Hevserokê Bloka Aştiyê Gençay Gursoy diyar kir ku li dijî Bloka Şer ew Bloka Aştiyê temsîl dikin.

Heyeta Bloka Aştiyê ji bo ku li Lîce û Farqîna ku piştî Walîtiya Amedê "derketina kolanan qedexe kir" pevçûnên dijwar qewimîn lêkolîn bikin hatin Amedê û beriya biçin navçeyê daxuyanî dan. Heyeta ku ji serokatiya Hevserokên Bloka Aştiyê Gençay Gursoy û Nuray Sancar pêk tê li ber Navenda Çandê ya Cîgerxwînê daxuyanî dan û parlamenterên HDP'ê Nîmetullah Erdogmuş, Sîbel Yîgîtalp, Feleknaz Uca û Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen jî beşdar bûn. Heyetê daxuyand ku ji bo li Lîce û Farqînê lêkolînan bikin hatine lê ji ber ku li Licê jî di demên dawî de geşedanên awarte pêk tên bûne du kom, komek jî dê li Licê lêkolînan bike.

'Li dijî bloka şer, Bloka Aştiyê'

Li ser navê Heyetê Hevserokê Bloka Aştiyê Gençay Gursoy diyar kir ku stratejiyekî şer a ku ji aliyê îxtidara siyasî ve û qesrê ve rû bi rû ne û wiha got: "Di demeke kin de jiyana siyasî û qutubûna siyasî çêbû. Alîgirên şer, bloka şer û li dijî wî em wekî Bloka Aştiyê ku di nav de ji 90'ê zêdetir rêxistinên sivîl, rêxistinên pîşeyî û platformên sendîkayan blokek ava kir. Em hewl didin vê atmosferê biguherînin.Em hemû çi ji destên me tê hewl didin pêk bînin. Divê herdu alî destên xwe tetîkê bikişînin. Ne wisa be di şertên pevçûnê de jinûve destpêkirina hevdîtinan nerehet e."

Hevseroka Bloka Aştiyê Nuray Sancar jî diyar kir ku ew ji bo ku texrîbatên çêbûne di cih de lêkolîn bikin diçin Farqînê. sancar got ku dema ew vegerin Stenbolê tiştên ku li vir qewimîne vebêjin.

Heyet piştî daxuyaniyê ber bi Farqînê ve derket rê. Rapora ku piştî lêkolînan bê amadekirin jî dê li Stenbolê bi raya giştî re parve bikin.

(zt)