Li Xerpêtê 10 jinên şer protesto kirin hatin binçav kirin
10:24
JINHA
XERPÊT - Li Xerpêtê bi pêşengiya KJA'ê jinên şerê AKP'ê şermezar dikirin rastî êrîşa polîsan hatin û 10 jin hatin binçavkirin.
Rêxistina HDP'ê ya Xerpêtê û endamên KJA'yê yên Xerpêtê bi armanca şermezarkirinên polîtîkayên şer ên AKP'ê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Xerpêtê heya Otogara Xerpêtê xwestin bimeşin. Polîsan destûr nedan meşê û li hemberî vê yekê jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî çalakiyê Endama KJA'yê Zeynep Gedîk daxuyaniyekî kin da û diyar kir ku polîtîkayên şer li ser vucuda jinan tê meşandin û divê demildest dawî li vî şerî bê kirin.
Piştî daxuyaniya Gedîk polîsan bi gava şid û bombeyên gazê êrîş li jinan kir. Di encama êrîşê de 10 jin hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Xerpêtê.
(zt)
