Li Agirî Perwerdeya jinan dest pê kir
13:58
JINHA
AGIRÎ-Projeya Perwerdeya Mafên Mirovan û Jinan (KÎHEP) ku di bin baneya Şaredariya Bazîdê de hat destpêkirin.
Projeya Perwerdeya Mafên Mirovan û Jinan (KÎHEP) ku di bin baneya Şaredariya Bazîdê de hat destpêkirin. li taxa Agriya Mezin bi tevlibûna jinên Navenda Şêwirmenda Jinan û Mala Cilşoyê perwerde pêk tê. Di perwerdeyê de li ser mafên jinan, aborî, têkilî, zayendiya civakî, tundiya di nava malbatî, mafên zarokan, tevgerên jinan û rêxistinên jinan perwerde hat dayîn. Berpirsiyara Mala Cilşoyê ya Şaredariya Bazîdê Ozlem Arici da zanîn ku wan di destpêkê de 20 jinan perwerde kiriye, dê di demên pêş de qeydên wan dest pê ke.
Ozlem kir ku armanca “perwerdeyê ew e ku jinên ku mafên xwe bizanibin biafîrînin û wiha got: “Di civaka ku jin demokrasî û wekheviyê pêk bînin de jiyankirin mafê wan e. Em ê jî bi feraseta şaredariyên xwe ku nirx didin jinan, xebatên xwe bimeşînin û di jiyanek civakî de bigihîjin hev”
(aw/pk)

