Damla hevserê xwe yê ser wê şidet dikir kuşt

16:59

JINHA

KOCAELİ - Li Kocaeli jina ciwan a 29 salî mafê xwe yê parastinê karanîn û hevserê xwe yê her dem şidet li wê dikir kuşt.

Li navçeya Korfez a Kocaeliyê Jina ciwan a 29 salî Damla Kutlu ya ku her dem ji hevserê xwe şidet didît bi kêran hevserê xwe kuşt. Bûyer li Hijmara; 15/1 a Kolana 12. a Taxa Tutunçiftlik Guney a Korfez ê di saetên şevê de pêkhat. Damla ya ku her dem dibû mexdurê şidetê hevserê xwe yê 33 salî Fikret Kutulu dema razayî bi kêran kuşt. Fikret Kutulu li cihê bûyerê jiyana xwe jidest da, Damla hat binçavkirin û birin Muduriyeta Emniyeta Kocaeliyê.

Cîranê wê jî her dem rastî şidetê hatina Damla Kutulu vegot.

(zt)