di rêveberiya herîmî de jin tu ne ne

14:10

JINHA


 


STENBOL- Koalîsyona Jinan daxuyiniyek niviskî weşand û diyar kir ku li Tirkiyeyê tevlibûna jinê ya hilbijartinê kême û wekheviyek tu ne ye


Koalîsyona Jinan daxuyiniyek niviskî weşand û diyar kir ku li Tirkiyeyê tevlibûna jinê ya hilbijartinê kême û wekheviyek tu ne ye û wiha hat gotin: “Jinan 70 sal berê mafên xwe yên bijartinê bi dest xistin, lê niha hejmara jinan di rêveberiya herîmî û meclisê de pir kême.Di nava 2 hezar û 950 şaredaran de tenê 28 hebê wê jinin. Di rêjeya endamtiya meclisê de ji sedî 4’ê wê jinin. Li Tirkiyeyê bi salan e jin di hilbijartinan de ji nedîtî ve tên dîtin.”


 ‘Divê  jin di plansaziya bajarî de xwediyê gotinê bin’


Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ligel vê t abloyê dîsa jî bi awayekî wekhevî jin tevli hilbijartinê nabin û wiha pêda çû: “Ji bo jin tevli hilbijartinan bibin astengiyên pêşiya wan nayên rakirin. Divê jin di plansaziya bajarî de xwediyê gotinê bin. Em dixwazin di mal, tax û başêr de xwediyê gotinê bin. Ger ku ev yek pêk bê dê demokrasiya rast jî pêk bê.


 ‘di hilbijartinan de jinan tune dihesibînin’


 Di berdewama daxuyaniyê de hat zanîn ku Komîsyona Jinan partiyên siyasî dişopînin û wiha pêda çû: “Partiyên  ku di hilbijartinan de jinan tune dihesibînin, em ê wan îfşa bikin. Di hilbijartinê de gavên ku ji bo wekhevî û azadiyê tên avêtin em ê di rojevê de her tim bihêlin. Em niha kîjan partiyên siyasî li ku derê çiqas namzetên jin derdixin tespît dikin.”


 Komîsyona Jinan herî dawî da zanîn ku dê helwestên partiyan ên li dijî jinan bi daxuyaniyan aşkera bikin.  


 (aw/pk)