Li Rezanê ji bo jinan kursên bîlgîsayarê
14:18
JINHA
AMED- Mala Jinan a Kardelenê ji bo jinan kursa bîlgîsayarê vekir. Mala Jinan a Kardelenê ku her sal di her beşî de ji bo jinan perwerdeyên pîşeyî dide, di sala borî de ji 250 jinan re sertifîka da.
Mala Jinan a Kardelenê ji bo jinan kursa bîlgîsayarê vekir. Mala Jinan a Kardelenê ku her sal di her beşî de ji bo jinan perwerdeyên pîşeyî dide, di sala borî de ji 250 jinan re sertifîka da. Jina binavê Havva Adiyaman da zanîn ku ew bi pêşniyara hevalên xwe hatiye Kardelenê û anî ziman ku ew ji ber xebatên Kardelenê gelek kêfxweşe. Perwerdekara kursê Emine Dîzgîn jî diyar kir ku kursiyerên wan ji perwerdeyê baş fêm dikin û wiha got: “Hemû kursiyerên me gelek bi meraqin, ev yek jî pir bala min dikişîne. Em ji kursiyerên xwe fêrî bernameyên bîlgîsayarê û bernameyên pakêtê dikin.
‘kursên me yên tembur û piyano jî dest pê bikin’
Hunermend Zîlan ku berpirsiyara Kardelenê ye da zanîn ku çiqas diçe xebatên wan berfireh dibe û wiha got: “Em ê di qadên cûda de kursên cûda bidin jinan. Sala borî me ji 220 jinan re sertîfîkayên kursên dirûtinê, muhasebe, kuafor û muzîkê da. Îsal kursên me yên erbanê jî dest pê kir. Dê li gel perwerdeya deng, kursên me yên tembur û piyano jî dest pê bikin
(aw/pk)

