Li Amedê polîsan ciwanek giran birîndar kir

11:22

JINHA

AMED - Li navçeya Rezan di êrîşên polîsan de ciwanê bi navê Veysel Acar giran birîdar bû.

Li navçeya Rezan a Amedê, di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta demkî ya AKP'ê de, polîsên Tirk bi bombeyên gazê, ava şid û çekan êrîşî ciwanên daketin kolanan kirin. Li hemberî êrîşa polîsan ciwanan xwe parastin û pevçûnan heta derengiya şevê dewam kirin. Ji ber êrîşa polîsên Tirk ciwanê bi navê Veysel Acar bi giranî birîndar bû. Veysel bi 3 guleyên li bedena wî ketî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîclehê.

Piştî emeliyatê Veysel li servîsa lezgîn hat bicihkirin. Tê gotin ku xeteriya jiyana Veysel dewam dike.

(zt)