Li Şileyê girêdayî cînayetên jinan 4 kes hatin binçavkirin

14:19

JINHA

STENBOL - Li Şileyê cenazê Guneş K. bi îskencê parçekirî di nava çopê de hatibû dîtin. Girêdayî qetilkirinê 4 kes hatin binçav kirin.

Li navçeya Şile ya Stenbolê xebatkarên şaredariyê yên paqijiyê cenazê jinekê parçekirî di nava çopê de dîtibûn. Paşê li gorî lêkolînên hatin kirin hat zanîn ku ew cenazê parçekirî yê Guneş K. ye. Di derbarê qetilkirinê de hevalê Guneş ê mêr jî di navê de 4 mêr hatin binçav kirin. Hat zanîn ku lêpirsîn bi piraliyan dewam dike.

(zt)