Çiyayê Cudî tê bombakirin û dişewite
15:50
JINHA
ŞIRNEX - Li çiyayê Cûdî bombebarana leşkerên tirk didome. Piştî bombebarana îro li herêma Sergelya careke din agir bi daristanan ket.
Bombebarana leşkerên tirk ya li hember çiyayê Cûdî didome. Li gor agahiyan ji aliyê leşkerên Tabûra bajaroka Bêspin a Navçeya Silopî ya Şirnexê çiyayê Cûdî hatiye bombebarankirin. Piştî bombebaranê li herêma Sergelya ya di navbera gundê Bêşêrê û Bêspin de agir bi daristanên Cûdî ket.
Ji 15'ê tîrmehê heya niha çiyayê Cûdî hem tê bombebarankirin û hem jî tê şewitandin. Heya îro bi sedan hektar daristan ji aliyê leşkerên tirk ve hatiye şewitandin.
(ma/zt)
