Li Amedê polîs gazê di avêjin kolanên vala
14:53
JINHA
AMED - Li Amedê çalakiya 'rawestandina jiyanê' berdewam dike, polîs ligel tu bûyer û çalakî tuneyî bi bombeyên gazê û ava şid diavêje kolan û cadeyên vala.
Li Amedê piştî Kongerya Civaka Demokratîk (KCD) 'ê banga "jiyanê rawestînin" kir li tevahiya Amedê welatiyan û esnafan dikanên xwe girtin û tevlî çalakiyê bûn. Li ser vê yekê polîsan li li kolana Dr. Sitki Goral a taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasê ligel tu bûyer û çalakî tuneyeî bi bombeyên gazê û ava şid êrîş derdorê kirin û xwestin provokasyonê pêk bînin. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan digeriyan bombeyên gazê û ava şid avêtin zarokên li kuçeyan dilîstîn, kolan û cadeyên vala.
(zt)
