Polîsan wêneyên rojnameger Mehveş Evîn sîlkirin

15:08

JINHA

AMED - Polîsan xwest nivîskara Milliyetê Mehveş Evîn ku endama heyeta rojnamegeran a ji bo bûyerên Ferqîn û Licê bişopîne hatibû Amedê binçav bike û wêneyên kêşane sîlkirin.

Polîsan xwest nivîskara Milliyetê Mehveş Evîn ku ji endama heyeta rojnamevanan a ji bo bûyerên Ferqîn û Licê bişopînin hatibûn Amedê binçav bike. Nivîskar Mehveş dema xwest wêneyan çalakiya "rawestandina jiyanê" ya Amedê bikşîne polîs hewl dan wê binçav bikin. Heyeta rojnamevgeran a ku di 24'ê tebaxê de ji bo bûyerên li Farqîn û Licê bişopînin ligel hemû astengên polîsan lêkolîn kirin û di 25'ê tebaxê de vegeriyan Amedê. Gelê Amedê ji bo şermezarkirina komkujiya Licê û Farqînê jiyan dan rawestandin. Rojnamegerên ku çalakiya gelê Amedê dişopandin rastî astenga polîsan hatin. Li navçeya Surê ya Amedê li ber avahiya qeymeqaymiyê rojnamegerên ku dixwestin wêneyên kolana vala û polîsan bikşînin hatin astengkirin. Nivîskara Milliyetê Mehveş Evîn dema xwest wêne bikêşe polîsan astengî derxist.

Ligel Mehveş qeta çapemeniyê nîşanî polîsan da jî polîsan dest danî ser wêne û wênekêşa Mehveş. Polîsan wêneyên wê kişandibû jêbirin. Polîsan xwest Mehveş binçav bikin, lê dema heyetê nerazîbûn nîşanî polîsan dan Mehveş serbest hat berdan.

(zt)