Cenî 7’mîn Kongreya xwe li darxist

09:07

 


JINHA


ALMANYA-Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî  7’mîn Kongreya xwe li darxistin, biryar dan ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tekoşîneke çalak birêve bibin û ji bo ronîkirina Komkûjiya Parîsê têkoşînek bêhempa bidin meşandin. 

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî 7’mîn Kongreya xwe li bajarê Dusseldorfê li Almanyayê bi beşdarbûna bi dehan jinan li darxist.Li ser navê rêveberiya berê Mûnevver Azizoglu axaftina vekirinê hate  kirin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dîvanek ji 3 kesan hate hilbijartin.Ji Meclîsa Jinan a Wuppertalê, Kölnê û Düsseldorfê dîsa jî ji Dayîkên Aşitîyê û Enstîtuya Kurdî, her wekî din ji Navenda Jiyana Jinê Utamarayê, Weqfa Navnetewî ya Jinên Azad û ji Hevserokê Yek-Kom Hamîde Akbayir, ji partiya çep baskê wê yê jinan Lîsa  û ji Heyva Sor a Kurdistanê peyam hatin xwendin.


 di axaftina vekirinê de û him jî di hemû  peyamên ku hatibûn dayîn pêngava dawiyê ya şoreşa Rojava bi heybet hate silav kirin.Piştî xwendina rapora xebata salekê hat nirxandin.


 Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî, rêveberiya nû kir û ji 9 kesan hatin hilbijartin.Piştî hilbijartinan jî plansazîya saleki hate danîn


 Her wekî din biryarên  wiha hatin stendin:


 Di plansaziyê de biryar hate girtin ku, bi awayek çalaktir tevlî kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê birêve birin bibin.


 ji bo ronîkirina Komkûjiya Parîsê têkoşînek hîn xurttir û bêhempa bê meşandin.


 Her wekî din biryarên wiha hatin stendin:


 


Komîsyonên karê derva yên hêyî yên Meclîsa Jinan bên pêşxistin û yên nû bên avakirin.


 Di qada navnetewiyê de danasîna têkoşîna aşitiyê yên jinên Kurd.


 Ji bo şopandina hilbijartinên 2014 dan li Tirkiye heyetên jinên biyanî bên sazkirin.


 Bi awayekî çalak piştgirîdayîna têkoşîna jinên Rojava û di heman demê de di qada navnetewî de dana nasîn.  


 (pk)