Li Rojava welat emanetê jinên Kurd in

16:01

 


Nûçe: Hazal PEKER / Zehra DOGAN - JINHA


ROJAVA - Bi pêşveçûna şoreşa kurdan a li rojava re, di heman demê de, şoreşa azadiya jinên kurd jî, li gelek herêmên kurdan dibin xwedî sazî. Li herêma kurdan hebûna gelek navendên jinan,  têkoşîna birêxistin, pêşkêşiya sazî û dezgehên leşkerî,-civakî- siyasî jin dikin. Bi pêşengiya jinê tevlîbûna berfireh a Malên Gel, Meclîsên Gel, Navendên Perwerdehiyê, Desteya Bilind a Kurdan û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  pêş ve diçe. Dîcleya YPGî: Bavê min dibêje, “Welat emanetê we ye!”


 


Nûnerê Mafê Mirovan yê Sûriyê Ramî Evdilrehman rave dike ku, di pêvajoya şoreşê de, 16 hezar 142 sivîl 23 hezar kes mirine, kurd li herêma xwe, bêyî ku xwînê birijînin di nava şoreşê de sazîbûna xwe didomînin. Çavderiyên li herêmê nîşan didin ku şoreşa herî girîng ya bihara kurdan, pêkanînên rêxistina jinên kurd ên rojavayê pêşketina civakî ya girêdayî Yekîtiya Star Rojavayê Kurdistan e. Star, di mitolojiya kurdan de, navê xwedawenda pêşiyê jê hatî bawerkirin e. Piştî wê jî ev nav weke stêrekî, tê wateya dema mirov dua dike dibêje ‘Ya Star’ jî. Jinên kurd ji ber vê sedemê bi navê vê xwedawendê Yekîneyên Star çêkirine. Hemû rêxistinên jinan yên li rojava leşkerî,-siyasî-, civakî girêdayî Yekîtiya Starê dixebitin.


Meclîsa jinan ya Kobanê ji 135 jinan pêk tê


Jinên kurd, li hemû cihên hatîn bidestxistin xebatên xwe yên rêxistinbûnê navendên bi navê Navenda Zanistî û Perwerdehiha Jinê hatibûn vekirin didomînin. Ev navendên henê nêzîkî du mehane bi awayekî çalak dixebitin. Ne tenê jîngehên kurdan, bajarên ereban yên kurd lê dijîn jî navenda rêxistinbûna jinê cihê xwe digire. Jinên ku ji her temenî tên van navendan, tên vê derê pirsgirêkên malbatî û civakî ji jinên din re parve dikin. Bi hev re li riyên çareseriyê digerin. Dîsa jin bi mijarên zanistî û perwerdehiyê tên pêşxistin. Perwerdehiyên bi girîngiya perwerdehiyê dest pê dikin, bi waneyên weke Civaka Xwezayî, Zayendî, Zayendiya Civakî, Dîroka Jinê, Xweseriya Demokratîk, Pareziya Rewa, Şerê Teybet didome. Perwerdehî li gor şert û mercan carnan 15 rojan carekê, carnan jî di hefteyê carekê tê standin. Di navberan de jî semîner tên lidarxistin. Li Kobanê serdana me li Navenda Zanistî û Perwedehiya Jinê kirî de me derbarê Meclîsa Jinan hinek agahî standin. Dema navend berî niha du mehan hatî damezirandin Meclîsa Jinan hêja nebû. Jin di meclisêde dîsa weke pratîka kotayê cihê xwe digirtin. Dihat fikirandin ku li Kobanê bi giştî 9 herêm bin û li her herêmê meclîs hatibûn avakirin. Bi dengdana gel li her meclîsekê 75 jinan cihên xwe girtibûn. Paşê jî Navenda Zanistî û Pewerdehiya Jinê biryar stand ku Meclîsa Jinê avabikin. Bi dengên jinan Meclîsa Jinê pêkanîn. Ji ber ku êdî jinan meclîsa ku bi nasnemeya ji zayenda xwe avakirî, hewceyiya xebata hevpar ya meclîsa têkel dexist holê. Di Meclîsa Jinê ku bi awayeke fermî hatî îlankirin de 135 endamên jin cih digirin. Em li Qamişlo, Amûdê, Kobînê û Efrînê jinên ku li qadên siyasî û civakî de bi awayeke çalak dixebitin re, derbarê rêxistinbûna wan, xebatên dikin û hestên wan yên di pêvajoya şoreşê de axivîn.


‘Hûn bi xêr hatin welatê me yê azad’


 


Serdana me ya mala seroka Meclîsa Gelê Herema Kobanê Eyşe Efendî ya ku ji aliyê gel ve hatî hilbijartin, em bi gotina “Hûn bi xêr hatin welatê me yê azad!” pêşwazî kirin. Ev jina derdora 55 salî, bi dengên gelê Kobanê hatiye hilbijartin. Eyşe Efendiya ku gel jê re digot “Dayê” bi sekna xwe ya zana û somkar em jî man di bin bandora wê de û me jî wisa gotê. Ev ji xwe de çêdibe. Dayika Eyşê roja hilbijartinê bi kelecanekê ji me re vedibêje: “Ez çûm ser dikê. Li hember min girseyeke boş. Li her aliyê germahiya şoreşê. Alên me. Paşê min got ku: “Ez xizmetkarê vî gelê me, hek gel bixwaze ez xizmeta wan bikim, ez amade me!”  Paşê tilîlî çepik. Paşê jî bi piraniya dengan ez hatim hilbijartin.”Niha em ê gotinê bihêlin ji dayika Eyşê re.


‘Bi gelê Kurd re jina Kurd jî azad dibe’


Seroka Meclîsa Gelê Herêma Kobaniyê Eyşe Efendî: “Ji beriya şoreşê em jin ev qas bi hêsanî nedihatin gel hev. Me xebatên xwe li malê bi dizî dikir. Hineka ji me mala ku civîn lê dihat kirin li ber deriyî nobet digirt. Ew biryarên ku me li wir distandin bi awayekî nepenî diman. Me gelek tengasî dît. Li ser tehdayiyên dewletê, tehdayiyên malbatê jî lê zêde dibûn. Li ser vê yekê her jin tevlî xebatên me ne dibûn. Lê ligel vê yekê jî hêjmara me nehindik bû. Hema çalakiyekî de em gelek jin kom dibûn. Me xebatên xwe bêhtirîn li qada wêjeyê de dimeşand û belav dikir. Ji aliyê dewletê ve gelek asê lê êdî ne wisaye. Bi şoreşa gelê kurd re azadiya jinên kurd jî hat bidestxistin. Êdî bi awayekî hêsan em dikarin navendên jinan yên me avakirî civîn û perwerdehiya xwe bistînin. Qene em meclîsên jinan ava bikin li hemû gundan, navçeyan, bajaran xebatê dimeşînin. Qene em bibin layîqê ked û xebatên şehîdan û rêberiyê dixebitin. Li van saziyan bi hemû rengên jinan me dest perwerdehiya xwe kir. Ev zilim, zordarî û di nava polîtikayên jinê nasnake de, êdî jin xwe fêhm dikin. Xwe dide nasîn û analîzan dike. Êdî tu jin zordariyê qebûl nake. Jina kurd dizane çi dixwaze. Dizane xebatên çawa bike. Dixwaze bi vî awayî xebatên xwe bimeşîne. Dibe ku hinek xebatên Yekîtiya Starê siyasî bin. Lê bêhtirîn li ser mijarên civakî disekine. Em wekî jinên kurd li hemû dinyayê polîtîkayên şaş yên li hember jinê siyasetekê nû dimeşînin. Em ê wekî jinên Yekîtiya Starê dî şoreşa Suriyeyê de heta hemû jinên kurd mafên xwe bistînin pir bixebitin.   Em jinên kurd pêşengiya Şoreşa Gelê Kurd dikin û em ê bikin.


‘Em li vir in! Em jî hene!’


Endama Navenda Zanistî û Perwedehiya Jinê ya Amûdê Kurdistan Hessen : “ Êdî li Amûdê jin tên rêxistinkirin. Ez wekî jineke li vir dijîm pê gelek serbilind im. Êdî em dikarin ji hemû dinyayê re bibêjin “Em li vir in! Em jî hene!” Bi şoreşê re li vir gelek tişt hatin guhertin. Navenda Zanistî û Perwerdehiya Jinê jî yek ji wan e.Tiştên ku bi vê perwerdehiya em li vir hîn dibin tevlî jiyana xwe dikin. Di jiyana me de gelek tişt ber bi erêniyê ve hatin guhertin. Lê belê hê jî gelek tişt hene ku divê bên guhertin. Ev guhertin divê ne tenê birêxistinbûna jinê ve neyê sînorkirin. Divê em li gelek qadan guhertinan nîşan bidin. Ji ber vê em xebatan dimeşînin. Me kurdan dest da hev, me azadiya xwe bi dest xist. Ji bo azdiyê em amade ne ku gelek tişt bikin. Ez weke jineke kurd dixwazim dengê xwe bi hemû dinyayê bidim bihîstin. Ez dixwazim hemû dinya bizane em kurd jî hene. Êdî naxwazim biperçiqim. Ez dixwazim li ser axa xwe bi nasnameya xwe ya kurd bijîm.”


‘Ya girîng parastina destkeftiyên me ne’


 


Endama Navenda Zanistî û Perwedehiya Jinê ya Amûdê Rengîn Mistefa: “Hêza ku îro jinan bidest xistî ne bi ked û xebatên me ye. Bi keda yên pêşiya me dayî û bedela şehîdên me dayî çêbûye. Hê jî ji bo vê civanên me dimirin. Em di vê hişmendiya ku bedelê hatî dayîn de ne. Daxwaza min tenê; Parastina van serkeftin û destkeftiyên ku me bi xurtî bidestxistî ye. Me li Sûriyê hem weke kurdekê hem jî weke jinekê gelekî zilim dîtiye. Ji ber vê divê em li van destkeftiyê xwe xwedî derkevin. Divê tirsa windakirina van destkeftina her demî li ser me hebê ku em hê bêhtir li wan xwedî derkevin.”


‘Em ê di bin siya tu kesî de nejîn’


Endama Navenda Zanistî û Perwedehiya Jinê ya Efrînê Fatê Mihemed: “Nêzîkî du mehane ku em di bin banê Yekitiya STARê de xebatên xwe dimeşênin. Bi avakirina navendên perwerdehiya jinê, navendên jinan û qadên civînan xebatên xwe leztir dikin. Em weke jinên Kurd li vî welatî ji xwe li hemberî gelek zilm û zoriyan sekînîne. Niha jî em şahidiya şoreşa gelê Kurd dikin. Vêca ji ber vê yekê divê em bi awayekî leztirîn xebatên xwe pêş bêxin.  Ji bo ku em gelekî serkeftî bibin divê em ji perwerdehiyeke dijwar re derbas bibin. Ji bo ku xwe li gorî çaxê rast bikin em dixwazin hînî her tiştî bibin. Em weke jina Kurd dixwazin ji gel û ji jinên dî re bibin emsal. Em naxwazin tu kesên din ji xwe re mînak bigirin. Em jinên gelek bihêz û zîrek in. Ez bi vê bawerim ku em ê li van qadên perwerdehiyê de xwe bi lez û pir pêşde bibin. Heger em di bin siya hinek din de bimînin û hêviyê ji wan bikin em ê tu tiştî bidest nexin. Em di vê hişmendiyê de ne û divê em xwe bi xwe rast bikin û pêş bixin.”


‘Ji bo ku zihniyeta Erebî ya ku kirîn di nav civakê de ji ser xwe bavêjin dixebitin’


Seroka Meclîsa Mala Gel a Qamişloyê Remziye Mihemed: “Em jinên Kurd vê baş dizanin ku jin nebê serkeftin jî wê bi dest nekeve. Jin ewqas biqabiliyete ku tena serê xwe dikare malekî li ser piyan bigire. Hebûnek wisa ya bi vî rengî xwedî hêzek taybet e ku heger di saziyên me de pozîsyonek girîng bidest nexe ev ê ji bo me weke kêmasiyek mezin bê dîtin. Lê belê di civaka me de hê jî ev hişmendî nehatiye rûniştin. Mêrên Kurd ên ku ev bi salane li nav çanda Ereban de mayîn bivê nevê bi wê hişmendiyê entegre bûne. Ev jî nexweşiya karê ku em dikin du qet zêdetir dike. Ji aliyekî ve em li ser xirakirina pergala Ereban a kevin dixebitin, ji aliyê din ve jî li ser wan rêzikên zordest ên çewt ên ku weke ehlaqî hatîn nîşandan ji serê gel bavêjin, em dixebitin. Ji bo ku zihniyeta Erebî ya ku kirîn dî nav civakê de jî ser xwe bavêjin em dixebitin. Ji bo ku jin di vî bajarî de di rêza pêşîn de cih bigre em ê hewl bidin. Xirakirina vê hişmendiyê li bajaran hê hêsantir dibe. Hin malbat bixwe dixwazin êdî jinên wan li der ve hin tiştan bikin. Bi pêvajoya şoreşê re piştgiriyê jî didin. Li gundan karê me hê nexweştir dibe. Gelê gund dixwazin her demî jinên wan di mal de bin. Bi salan holê (bi vî awayî) dîtîne, lê belê ji bo ku ev bê guhertin em di nav xebatên cidî de ne. Di pêvajoya şoreşê de pirsgirêkên bi vî awayî normal in. Ya girîng ewe ku em bi gel re bibin yek û di vê pêvajoya nexweş de serbikevin.”


‘Peywira demokratîkkirina civakê ya jinê ye’


 


Li nav Desteya Bilind a Kurdan de jî 2 jin cih digirin. Ji van jinan yek jî Îlham Ehmed e.Ew di nav vî şerê heyî  yê li Sûriye de, weke jineke ku Desteya Bilind a Kurd ya li rojavayê Kurdistanê ya gelê kurd, pêşengiya gelê xwe dike. Îlham Ehmed bi serbilindî dibêje ew ji gava Desteya Bilind a Kurd hatî avakirin ve jin tê de cih digirin; Lê ji ber ku hejmara qoteya ji sedan 40 ya jinê derbas nebûne, di nav dilxweşiyeke dilmayî de ne. Îlham Ehmed hestên xwe bi van gotinan vedibêje:


“Jinên kurd hê dî serî de di nav Desteya bilind a Kurd de cih girtin. Peywira demokratikkirina civakê her demî ya jinê ye. Ji ber vê sedemê bicihbûna jinê ya di nav Desteya Bilind a Kurd de, di nav civakê de bîr û bawerî afirandiye. Ji ber vê sedemê rola jinê ya di Desteya Bilind a Kurd de dîrokî û pêşeng e.Lê hê jî me qoteya seda 40 a jinê pêk neanîye. Desteye Bilind a Kurd ji 10 kesan pêk tê. Ji van endaman 2 jê jin in. Yek jî têkoşîna me ew e ku em vê hejmarê di demên pêş de li gor qoteya jinê rast bikin. Şoreşa ku li rojavayê Kurdistanê pêk tê, bi pêşengiya jina kurd pêk tê. We jî weke JINHA kêşana gelek çalakiyan kir. We dît. Di her çalakiyan de jin li herî peş in. Jin di asta herî jor de cih digirin. Civak vê mijarê de qanih bûye. Di beşa qanih nebûyî de jî xebatên me bi lez didomin. Niha jî dema jin xebatan dikin gel gelekê dimînîn di bin vê tesîrê de. Jin gava xebatê dikin, li malên ku diçinê bicoş tên pêşwazîkirin. Her jina ku dixebite wek şoreşgereke gel ê leheng û pêşeng tê pêşwazîkirin. Rêzek mezin ji wan re tê dayîn.


Jinên ciwan ên bi çek gel diparêzin


Di herêma rojava de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di bajar, tax, kolan û rêyên girîng de û di rêyên derketin û têketinên bajarên aîdê kurdan de bi nokteyên kontrola ewlehiyê pêktînin. Rêyên Kobanî, Qamişlo, Efrîn, Amûdê, Dirbesiyê, Serê Kaniyê, Şêx meqşût Eşrefî (girêdayî Helêbê ye) Dêrik, Girkê Lega, Girê Gewr di bin kontrol û venêrîna Yekîneyên Parastina Gel de ye. Di destên wan de çekên wa, rûyên wan bi cemedaniyên reng bireng pêçayî bi 24 saetan bênavber peywîra xwe dikin ev keç û xortên temenê wan 18 û li ser 18ê re. Di nav Yekîneyên Parastina Gel de gelek jinên ciwan hene. Jin pêşiyê perwerdehiya bi çekan distînin û peywira ewlehiya nokteyên kontrolê yan jî asayîşê ku distînin dikin. Me di nava gel de bi jinên ciwan yên duçerxeyên motorî, bi maşîneya asayîşê yan jî bi peyatî xizmeta ewlehiyê didin re hevdîtin pêk anî.


‘Ez karekî ku di pêşerojê de ji zarokên xwe re bi serfirazî qalê bikim, dikim’


Mizgîn Mehmûd a YPGî : “Ez weke jineke kurd di vê pêvajoya şoreşê de di wê hişmendiyê de me ku çawa ku di her qadê de peywira xwe pêktînim di qada leşkeriyê de jî divê ez peywîra xwe pêk bînim. Di her kolanê de bi çeka xwe ya di destê min de dewriyeyan diavejim, di nokteyên kontrolê yên di têketin û derketina bajêr de dema dora min tê diçim nobeta xwe dikim. Ez karekê xwe yê ku di pêşerojê de ji zarokên xwe re bi serfirazî qalê bikim, dikim. Em ji zarokên xwe re welateke ku em xwe bi xwe rêve dibin, dibistanên ku em bi zimanê xwe diçinê, welatê ku xwe-parastineke me bi xwe heyî amade dikin.


‘Bi jin û mêr dest bi dest ber bi azadiyê ve dimeşin’


 


Newroz Silêman a YPGî: “Parastin weke karekê mêran tê dîtin. Lê belê jin parastina gelê xwe dikare bi awayekî pir bi hêz û bi disiplîn bike. Îcar niha tiştên li herêma Rojava pêk tên jî, bûye mînaka wê ya herî spehî. Me kurdan weke ji gelek aliyan, bi vê şoreşa bêyî ku xwîn birije û bi tekoşîna jinan a di qada leşkerî de li Rojhilata Navîn pêk anî pêşengtî daniye ser milên xwe. Li vir jin - mêr, pîr- kal dest dane di destê hev. Ala me ya kesk û sor û zer li asîmana dihejinin û em ber bi azadiyê ve gav bi gav dimeşin.


Bavê min dibêje: Welat emanetê we ye!


Dîcle Nûredîn a YPGî: “Me kurdan gelek êş kişandiye. Di nav malbata min de jî birayên min ên di tekoşîna ji bo gelê min de şehîd bûne hene. Dayîk gelek girîn. Her ji bo vê rojê bû û dawîyê ber bi serkeftinê ve diçe. Ez di rewşa asayî de jineke ku ji malê dernediket û nedikarî derbikevim jî. Bavê min jî destûr nedida. Lê niha her sibeha zû dema ez ji malê bi çeka xwe derdikevim bavê min eniya min maçî dike û dibêje: “Welat emanetî we ye!”Ez jî bi vê hişmendiyê gava xwe diavêjim ji der ve. Qene bikaribim bibim layiqê hemû malbatên ku bedel dayîn, bi vî awayî tevlî xebatên xwe dibim.”


‘Em ê bersiva xwe bi çeka xwe bidin dijmin’


Gulê Artêş a YPGî: “Beriya şoreşê û pêşiya şoreşê. Weke mîladekê ye. Jinên ku şerm bû ji mal derkevin, bi duçerxeyên motorî dewriya diavêjin. Her roj bi rêk û pêk perwerdehiyê dibînin. Pêşiyê dev ji derketina li hember qemereyê berdin, em jinên ku nedikarîn ji malê gavekî biavêjin der, ma niha hûn nabînin çi qas ji xwe bawer diaxivin. Ev şoreş ne tenê şoreşa kurdan e, şoreşa jina kurd e. Em jinên ciwan ji ber ku di vê şoreşê de pêşeng in û ji ber ku em parastina gelê xwe dikin, em bi rûmet û bi şanaz in. Em xwe-parastina xwe dikin. Yê bela xwe li me nede em jî bela xwe li wan nadin. Lê em amadene ku kesên ku dijminatiya me dikin bi çeka xwe bersivê bidin, û em dixwazin ku li her 4 parçeyên welatê me ev şoreş pêk bê.”


Wene: Hazal PEKER


(zd/hp)