Hewla Jinên Amedê ya Aştiyê dê li Surê çalakî bikin
13:50
Tebax
27
/ 2015
JINHA
AMED - Dê Hewla Jinên Amedê ya Aştiyê ji ber girtina hevşaredaran li ber Şaredariya Surê çalakî bikin.
Dê sibê Hewla Jinên Amedê ya Aştiyê ji ber li hemberî talebên gel yên rêveberiya cewherî girtina hevşaredarên Surê Fatma Şik Barut û Seyît Narîn li ber Şaredariya Surê çalakî bikin. Dê bi banga Hewla Jinên Amedê ya Aştiyê jin li hember operasonên qirkirina siyasî û di navê de girtina hevşaredaran bertekên xwe bînin ziman. Hewlê ji bo çalakiya dê li ber Şaredariya Surê saet di 17.30'an de bê lidarxistin banga beşdariyê kir.
(zt)
