Şideta li ser jinan li Silêmaniyê zêde bûye

13:51

JINHA

SILÊMANIYÊ - Li gorî sala borî îsal rêjeya şideta li dijî jinan li parêzgeha Silêmaniyê û derdora wê zêdetir bûye. Rêveberiya pêşîgirtina li şideta li dijî jinan jî ev yek piştrast kir ku rewşa jinan li Silêmaniyê li gor salên din xirabtire.

Berdevkê Rêveberiya Pêşîgirtin Şideta li Dijî Jinan Hîwa Kerîm Ciwamêr derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku rêjeya şideta li dijî jinan li parêzgeha Silêmaniyê û navçeyên wê li gorî salên berê zêdetir bûye. Hîwa wiha got: “Rewşa jinan her ku diçe xirabtir dibe û şideta li ser wan zêdetir dibe.” Hîwa Kerîm da zanîn ku, di 6 mehên despêkê ya salê 2015'an de 11'e bûyerên xwekûştinê pêk hatî. Li gorî salê borî ev rêje derketiye du qatan. Hîwa wiha agahî da:

*Di 6 mehên destpêkê yên îsal de 6 bûyerên kuştina jinan, sala par 2 bûyer.

*Di 6 mehên destpêkê yên îsal de 15 bûyerên xweşewitandinê pêk hatine, sala par 10 bûyer.

*Di 6 mehên destpêkê yên îsal de 26 bûyerên şewatê ku sala par 22 bûyer pêk hatine.

Her wiha sala par du bûyerên xwe xeniqandinê hebûn, lê îsal ev bûyer nebû. Bi giştî îsal 58 bûyerên şidetê pêk hatine. Lê sala borî 39 bûyerên bi vî rengî pêk hatine.

Hîwa Kerîm Ciwamêr balê dikişîne ser rewşa siyasî, aborî û civakî ya Herêma Kurdistanê û wiha dibêje: “Rewşa siyasî, aborî û civakî ya Herêma Kurdistanê sedemên sereke yên zêdebûna şideta li dijî jinan in. Bi taybet qeyrana aborî bixwe re pisgirêkên civakî jî di nava malbatan de çêdike.”

Rêveberê pêşîgirtina şideta li dijî jinan Hîwa Kerîm çend xal ji bo kêmkirina şideta li ser jinê rêz dike û wihane;

*Rawestandina rêzefîlmên dramatîk û bernameyên ku jinan dixe bîra bidawî anîna jiyana xwe.

*Pêwîste rêxistin û rêveberiyên jinan zêdetir bikevin nava hewldanan û ji bo hişyarkirin û agahdarkirina jinan bixebitin.

*Hewl were dayîn ku jin bikarin bibin xwedî aboriyek serbixwe. Ji bo ku neçar nemînin her carê pere ji hevserê xwe bistînin.

(rc)