Hevseroka HDP'ê ya Tekîrdagê hat binçav kirin

16:16

JINHA

TÊKİRDAG - Li Têkîrdagê di encama operasyona yekdemîn de Hevseroka HDP'ê Adîle Gûlay Ertunç jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.

Li Tekîrdagê di encama operasyonên qirkirinê siyasî de Hevseroka Bajêr a HDP'ê Adîle Gûlay Ertunç jî di navde 4 kes hatin binçavkirin. Polîs bêy ku sedema binçavkirinê bide diyar kirin di saetên sibê de operasyonên yekdemî kirine. Kesên ku hatine binçavkirin ew birin Mûdîriyeta Emniyetê ya Bajarê Têkîrdagê. Piştî îfadeyê ku li Emnîyetê hatî dayîn ji bo lêpirsîna wan sewqî dozgeriyê kirin.

(rc)