Li Cizîrê 2 jê zarok 5 kesan jiyana xwe jidest da
18:52
JINHA
ŞIRNEX - Hevşaredara Cizrê Leyla İmret, diyar kir ku ji aliyê leşker û polîsan ve li Cizrê 2 jê zarok 5 kesan jiyana xwe jidest dan, welatiyê der dikvevin derve ji aliyê sekvanan ve tên gulebaran kirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hejmara kesên ku di encama êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest dan derket 5 kesan. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret diyar kir ku navçe ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û leşker jî bi wesayîtên zirxî ketine navçeyê. Leyla anî ziman ku li navçeyê pêkanînên OHAL'ê derbas dike heye û di encama gulebarana polîsan de 2 jê zarok 5 kes hatine qetilkirin. Leyla da zanîn ku li her derê sekvan hatine bicihkirin û welatiyên ku derdikevin derve ji aliyê sekvanan ve tên gulebarankirin. Leyla got ku li cadeya Nisêbînî kesekî ku navê wî nehat zanîn ji aliyê sekvanan ve hate qetilkirin.
Li aliyê din hate hinbûn ku jina ku li taxa Nurê birîndar bûne Fatma Tekîn e û gelek kesên din jî hatine birîndarkirin. Polîs û leşkeran Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dorpêç kirine û birîndar nikiran biçin nexweşxaneyê.
(ma/zt)
