Însiyatifa Gel a Demokratik a Cizîrê banga seferiyê kir
19:40
JINHA
ŞİRNEX - Însiyatifa Gel a Demokratik a Cizîrê bang li gelê Botanê kir da ku bi rihê seferberî û hewarê di çeperên parastina rewa de cihê xwe birgrin û li her qadê ku lêne tekoşînê xurt bikin.
Însiyatifa Gel a Demokratik a Cizîrê piştî ku 2 jê zarok 5 welatî hatin qetilkirin daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku faşizma AKP’ê li hember rêveberiyê xweser şer ilan kiriye û ev tişt hatin gotin: "Di bin navê ewlehiyê de kesê sivîl û bê parastin tên kuştin. Îro jî 5 sivîl hedef hatin girtin û kuştin.”
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku polîtiqayên sarayê ketine xendekan, politiqa û qetayên dîrokî li Botanê hikmê xwe winda kirine. Daxuyanî wiha dewam dike: "Gelê Botanê tu car dev ji mîratayê serhildanê bernade. Wê gelê Botanê li dijî polîtiqayên qirkirinê rolê xwe yê dirokî bileyze û wê bi rihê Kobanê Cizîrê ji wan re bike cihenem.”
Di dewaman daxuyaniyê de bang li gelê Cizîrê hat kirin da ku xwedî li şerê rumetê derkeve. Daxuyanî wiha bi dawî dibe: "Em bang li hemû gelê Cizîrê dikin bila hemû kes tevlî yekîneyê parastina rewa bibin. Gelê Cizîrê bila bi hemû amûrên xwe parastinê li hemû qadan xwe bi parêzin. Azadiya rastîn di xwe parastina rewa de derbas dibe. Em bang li hemû kesî dikin da ku bi rihê seferbertiyê li hemla azadiyê xwedî derbikevin.”
(ma/zt)
