Li Lîcê ji mertalên zindî agahî nayê girtin
19:47
JINHA
AMED - Li sêgoşeya Karaz-Henê-Licê ya ku li dijî operasyonan mertalên zindî çalakî dane destpêkirin hate hinbûn ku di navbera leşker û HPG'iyan de pevçûn derketiye û ji mertalên zindî agahî nayê girtin.
Li sêgoşeya Karaz-Henê-Licê operasyonên leşkerî ya ku li gundê Hurê la Henê û gundên Çakil, Mazili û Fîsê yên Licê ev 10 roj in hatiye destpêkirin didome. Li herêma navborê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de pevçûn derket. Pevçûnên ku di seatên nîvro dest pê kir de helîkopteran jî herêm bomberan kirin. Li qadê ji ber ku înter û şebeke nakişîne ji mertalên zindî agahî nayê girtin.
(zt)
