Di nava du mehan de li Rojhilat 13 jinan xwe kuştine

15:44

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Di du mehan de li Rojhilatê Kurdistanê ku di navde 13'e jin 18 kesan xwe kûştine.

Li gorî agahiyan ji havîna îsal heya niha 18'e kesan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwe kûştine. Bûyerê herî dawî li bajarê Kamyaran ciwanek Kurd xwe xenqandibû û her wiha ciwanê bi navê Mîlad Rehmanî yê 21 salî ew jî xwe xeniqand û dawî li jiyanê xwe anî. Li gorî agahiyên fermî jî di nava salek de ku 13'e jê jin 18 kesan di vê salê de xwe kûştine.

Hat hînbûn ku hewldana întîharê rojane ji 20 kesan zêdetir pêk tê û bajarên ku herî zêde xwekûjî lê pêk tê bajarên Îlam, Lorîstan, Kirmanşana Kurdistan, û li bajarên ku dikeve bakûrê Îranê Xûzîstan, Gûlîstanê ye.

(rc)