Gerilayên jin ên TKPML/TÎKKO yê ji bo Ekîn Wan çalakî kirin
16:12
Tebax
28
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya ku gerîlayên jin ên TKPML/TÎKKO ji bo bîranîna Ekîn Wan li dar xistin de 2 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên jin ên TKPML/TÎKKO 27’ê Tebaxê saet 07.10’an li hember qereqoleke ku li Geyîksû ya Dêrsimê nû tê çêkirin çalakiyek li dar xistin. Hat diyarkirin ku di qereqola ku ji nêz ve bi awayekî bi bandor hedef hat girtin 2 leşker hatine kuştin. Gerîlayên jin ên TKPML/TÎKKO diyar kirin ku çalakî ji bo bîranîna Ekîn Wan hatiye lidarxistin.
(rc)
