MEYA-DER'ê ji bo meşa 'Ji Rêber Apo re azadî ji welat re aşitî' banga tevlibûnê kir

18:15

JINHA

ŞIRNEX – MEYA-DER’ê bi meşek gelê Cizîrê vexwend maşa bi durişma “Ji Rêber Apo re azadî ji welat re aşitî”. Nûnerê ÎHD'a Şirnexê Abdulkerim Pusat diyar kir ku bi salane gelê kurd aşitiyê dixwaze û wiha got: "Ji bo ku aşitî were vî welatî pêwiste birêz Abdullah Ocalan were berdan.”

Li Cizîrê bi pêşengtiya MEYA-DER’ê meşek hat lidarxist. Di meşê de gelê Cizîrê hat vexwendin ji bo maşa ku wê di 1’ê Îlonê de bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî ji welat re aşitî” tê li darxistin. Meş piştî definkirina 4 sivîlên duh li Cizîrê hatibûn qetil kirin despêkir. Parlamenterên HDP’ê Aycan Îrmez, Gûlseren Yildirim, Altan Tan, Faysal Sarıyıldız, Ferhat Encû, Hevşaredarên Cizîrê, Hevserokên DBP û HDP’ê, gelek saziyên civakî û bi hezaran welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de durêşmên “Azadi, azadi ji Ocalan re azadî”,” Kujer devlet wê hesab bide” hatin berz kirin. Meşa ku ji goristana Ş. Bêrîvan despê kir heya Ber Konaxa Hûkümetê dewam kir.

‘Bi salane gelê Kurd aşitiyê dixwaze’

Li wê derê ser navê girseyê Nûnerê Şaxa İHD’a Şirnexê Abdulkadir Pusat axivî. Abdulkerim diyar kir ku 1’ê Îlonê nêz dibe lê her roj ew qetilkirina sivîla dibihîzin û ev tişt got: “Duh jî çar sivîlê me hatin qetil kirin bi salane em aşitiyê di qirîn lê hîn jî ciwanê me zarokên me tên qetil kirin. Ev şer bi tu awayî nayê qebul kirin. Niha li Cizîrê qetlimaek heye. Kesên ku hesabê hilbişartinê dikin û vî şerî didin meşandin şerekî bê ehlakî didin meşandin.”

Abdulkerim da zanîn ku wê bi tevlîbûna hemû saziyan roja 1'ê Îlonê bêjin “ Aşitî” û wiha dewam kir: "Ji bo ku aşitî were vî welatî pêwiste birêz Abdullah Ocalan were berdanê. Wê roja 1’ê Îlonê saet di 15.00'an de meş ji ber avahiya HDP ‘ê despê bike hemû gelê me yê aşitî xwaz pêwiste li vê meşê xwedî derbikeve.”

Pişti axaftinê girseyê li ser rêya Orhan Dogan 5 deqe çalakiya runiştinê pêk anî û dûre jî girse çû Mala Gel a Cudî û sersaxî ji malbatê çar welatiyên hatîn qetil kirin re xwestin.

(ma/zt)