‘Qetliamek vekirî hat kirin’

20:53

JINHA

ŞIRNEX – Li Cizirê deh hezaran cenazê 4 sivilên di êrîşê de hatin qetilkirin peşwazî kirin. Di merasima canazeyan de Hevseraoka giştî ya SES’ê Gonul Erdem li ser qetil kirina Eyup Ergun axivî û got: "Endamê SES'ê hemşire Eyup Ergen saet û nîvekê birîndar di ambulansê de hat hiştin. Dewlete qetliama vekirî pêk anî.”

Li navçeya Şirnex a Cizîrê cenazeyê 4 sivîlê ku ji aliyê dewletê ve hatine qetil kirin ji aliyê bi deh hazaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Cenazyê Emin Yanaş (10), Eyüp Ergen (27), Mesut Sanrı (39) ve Baran Çağlı (7) piştî kar û barên otopsiyê ji Amedê anîn Cizîrê cenaze li ser rêya Hezexê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Hevalên Eyup Ergunê ku li Nexweşxan Cizîrê hemşîre bû jî bi meşek tevlî merasîmê bûn. Di meşa ku wêneyên kesê hatî qetil kirin hat vekirin de durişmên “Kujer Erdogan”, “Şehid Namirin”, “PKK gel e gel li vir e” hatin berz kirin. Meş dema gihêşt goristana jimara girseyê gihêşt deh hezarî li vê derê merasim hate li darxistin. Parlamenterên HDP’ê yê Şirnexê Aycan Îremez, Faysal Sariyildiz, Ferhat Encû, ji heyata HDP’ê Altan Tan, Gulseren Yildirim tevli merasimê bûn.

Merasima ku bi rêzgirtinê despê kir bi axaftina Hevserokê MEYA-DER’ê Mele Qasim Yigit dewam kir. Mele Qasim diyar kir ku heyveke Kurdîstan di bin agirê xwin rêja da ye û wiha got: “Ji îro pêde kesê ku li hember van qetliman bêdeng bimine şirikê vê qetliamê ye. “Mele Qasim ban li dewletê kir û got ku ew nikarin bi qetlima gelê kurd bi qedînin û wiha dawam kir:” Li her cihê ku win me qetil bikin emê ji nû ve şîn bibin û em nahêlên win şer li ser me bidin meşandin emê aşitiyê bînin.”

Piştî Mele Qasim Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz axivî. Faysal bi bîr xist ku heya niha gelek qetliam li ser gelê kurd hatiye meşandin lê gelê kurd li hember vê yekê serî netawandiye û ev tişt got:” Emê hesabê van qetlima bi pirsin. Ewê hemû kes serhidana kurdan bibîne.”

Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erdem jî anî ziman ku kedkarên tenduristiyê li hemberî vê qetilkirinê soza jiyanê didin û wiha got: "Endamê SES'ê hemşire Eyup Ergen saet û nîvekê birîndar di ambulansê de hat hiştin. Polîsan ambulans asteng kir û qetilkirina vekirî pêk anîn."

(ma/zt)