Min xwe avêt dexla gerîla’
18:06
Mizgin TABU - Zehra DOGAN / JINHA
MEXMÛR-Li heremên Kurdistanê jin di nava jiyanek serdest a zilam de bi hijmendiya jinê hebûna xwe diparêzin. Sarya Agirî ku li Mexmûrê dijî piştî ku bavê wê jiyana xwe ji dest dide, bi darê zorê bi kurê apê xwe re tê zewicandin. Sarya behsa çîroka xwe kir û da zanîn ku apê wê bi darê zorê wê bi kurê xwe re zewicandiye û wiha got: “Piştî ku ez zewicîm, hevjînê min tundî li ser min pêk dianî. Diviyabû ku ez êdî li dijî vê yekê derkevim. Ji ber wê jî ez reviyam û min xwe avêt dexla gerîlayan. Min keça xwe jî li serê çiyayan anî dinê.”
‘Min jiyanek ku paşverûyên civakî li ser jinan ferz dikin red’
Sarya anî ziman ku ew tu car hînê paşverûyên civakî nebû ye û ji ber wê jî dema 3 mehî bû ye ber bi Hewlerê ve ketiye rê û çîroka xwe wiha berdewam kir: “Ez ji bo keça xwe reviyam. Ji bo ku ez jiyanek azad ji keça xwe re bidim reviyam. Min jiyanek ku paşverûyên civakî li ser jinan ferz dikin red kir û min xwe avêt dexlê gerîlayan. Piştî ku ez çûm gel gerîlayan jiyan ji bo min ji nû ve ava bû.”
‘Min xwest li cihek xweza ez keça xwe xwedî bikim’
Sarya bi lêv kir ku ew piştî demek ku di nava refên gerîlayên PKK’ê de maye birayar daye ku ji xwe re xaniyek bigire û wiha pêda çû: “Min xwest li cihek xweza ez keça xwe xwedî bikim. Ji ber wê jî ez li Mexmûrê bi cih bûm. Min mala xwe bi xwe çêkir. Welatiyên wêderê jî alîkariyê dan min. Ez di mala xwe de pir kêfxweşim. Gelê Mexbûrê bi têkoşînek mezin ji xwe re vê qada jiyanê afirandine, ez ji wan re gelek sipasiyên xwe dikim. Ez keça xwe Viyan dişehînim dibistanek li Mexmûrê. Keça min li vê derê çand û dîroka kurd fêr dibe. Ez ê tu car nehêlim ku keça min paşverûtiyên civakî qebûl bike. Min ji ber keça xwe ewqas zehmetayn girt berçavan û ez reviyam.”
Sarya diyar kir ku keça wê qet bavê xwe nasnekiye û niha 9 saliyê û wiha bi dawî kir: “Min nexwest keça min her roj bi heqaretên bavê xwe dest bi rojê bike. Li vê ez û keça xwe bûne wek heval û em her roj di bin vî xaniyê bi ax de her roj agahiyek fêr dibin û em xwe perwerde dikin.”
Keça Sarya Vîyan jî da zanîn ku ji ber bavê wê ji dayika wê re êşan daye jiyandin tu car bavê xwe merak nake û wiha got: “Ez li vê derê pir kêfxweşim û ev der ji bo min gelek xweşe. Ez ê tu car dayika xwe nedim şermê û wekî keçek kurd û têkoşer bi dayika xwe re bim.”
(aw/pk)
