Jin ekolojî û jiyana xweza…

18:13

Hicret ÇİFTÇİ / JINHA


 


AMED-Bi pêşengiya Navenda Pêkanîn û Lêkonîna Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM), hemû bîrîmên girêdayên Serokatiya Daîre ya Xizmeta Civakî yê Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo jiyana xweza biparêzin li gundan xebat dan destpêkirin.


 


 


Navenda Pêkanîn û Lêkonîna Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM), Xebata xwe ya yekem jî li gundên Hênî dan destpêkirin. Di xebata taramayê de jin, zarok, astengdar, spor, kal û bîrîrîmên alîkariyên din jî kirin nav xebatê. Di der barê xebatê de xebatkara Şaredariya Bajarê Mezin Ulku Baytaş axivî  û diyar kir ku ji bo ekolojiya civakê tune nebe, wan xebatek bi vî rengî daye destpêkirin û wiha got: “Ji bo ku em jiyana xweza bi parêzin, em dikarin li gundan çi bikin, li ser wê dixebitin.  Di xebatên me de li gel xebatên jinan, me ji bo astengdaran jî xebatên atolyeyan da destpêkirin. Lig elek şaxên me perwerdeyên pîşeyî û sandoqên alîkariyê hene.”


 


‘Em herî zêde girîngiyê didin tarza jiyana jinan’


 


Pispora Xizmeta Civakî Nîhal Bozhan jî der barê xebatên ku dikin de axivî û diyar kir ku wan destpêkê der barê gundan de agahî girtine û piştre jî çûne malan geriyan e û wiha got: “Li gundan herî zêde jin û zarok hene. Sedema vê yekê jî zilamên gund zêdetir li bajaran e. Ev yek jî di aliyê neyînî de bandorê li ser jinan dike. Ji ber ku barê jinan girantir dibe û ev yek jî dibe ku tevgera zarokên wan xira bike. Em herî zêde girîngiyê didin tarza jiyana jinan, ji ber ku jiyana jinan zêdetir xwezatire. Tahrîbata ku li ser jiyana xwezayê tê kirin, her wiha li ser jinan jî tê kiri, ji ber ku jin û xweza girêdayê hev in.


 


(aw/pk)