Rêveberên komînên jinan hatin perwedekirin

12:02

JINHA

EFRÎN -Yekîtiya Star dewereyek perwerdeyê ku ji endamên komînên jinan dabû destpêkirin bi merasîmekê bi dawî kir.

Rêxistina Yekîtiya Star a Efrînê 6 roj berê ji 21 endamên komînên jinan ên navçeya Şera ya Efrînê dewreyek perwedeyê bi navê “Şehîd Mizgîn” da destpêkirin. Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Di dewreyê de dersên li ser girîngiya perwedeyê, dîroka jinan, civaka zayendî û hevjiyana azad, şerê taybet, rêziknameya Yekîtiya Star, Jinên azad, Neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin dayîn.

Endamê Yekîtiya Star Arîn Kobanê axivî û bal kişand ser girîngiya perwedeyê û bi taybet ji bo pêşxistina piratîzekirina rola komînan di nava civakê de. Her wiha got ku dewletên desthiladar koçberiya welatiyan teşwîq dikin û dixwazin bi vê yekê herêmê ji şêniyên wan vala bikin. Arîn di dawiya axaftina xwe de banbg li hemû jinan kir ku tiştên di perwerdeyê dîtine di piratîka komînan de pêk bînin.

(rc)