Li Gever û Îpekyoluyê 6 kes hatin binçav kirin

11:50

JINHA

COLEMERG - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 4 kesên ji bo merasîma cenazeyê gerîlaya YJA Starê Aysel Bor (Evîndar Gelî) bangawazî kirin hatin binçavkirin. Li navçeya Îpekyoluyê jî tîmên tayîbet Mehmut Şeker û Serkan Abi girtin binçavan.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 4 kesên ku rêveberên DBP'ê û endamê meclîsê yên ji bo merasîma cenazeyê gerîlaya YJA Starê Aysel Bor (Evîndar Gelî) bangawazî kirin hatin binçavkirin. Rêveberên DBP'ê Yilmaz Gunelî, Sabahattîn kaplan û endamên meclîsa şeradariyê Aydin Oyman û Kemal Kina yên li nêzî Fermandariya Tugayê ya Navçeyê wesayîta wan hate rawestandin ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin. 4 kesên ku bi wesayîtên zirxî ve hatin dorpêçkirin ji wesayîtê hatin derxistin û ew li erdê dirêj kirin. Piştre destên wan li pişt wan hatin kelepçekirin û bi derbkirinê hatin binçavkirin. Polîsan wesayîta anonsê jî desteser kirin.

WAN

Li taxa Xaçortê ya navçeye Îpekyolu ya Wanê serê sibehê polîsan bi wesayîtên zirxî ve bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinê de polîsan Mahmut Şeker û Serkan Abî bin çav kir û bi îdiaya "endamên rêxistinê" ne hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.

(zt)