Ser Silopiya êrîş: Jinekê jiyana xwe jidest da zarokek jî giran birîndar bû
09:32
JINHA
ŞIRNEX - Li Silopiya şev heya serê sibê êrîşan berdewam kir, sekvanan gel gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de jina bi navê Fatam Ay jiyana xwe jidest da û zaroka bi navê Berfin Oktem jî giran birîndar bû. Berfîna giran birîndarbû rakirin Nexweşxana Dewletê ya Êlihê.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê şev heya serê sibê dengê çekan kêm nebû. Duh bi şev elektirîk birîn, leşker û polîsan êrîşî gel kirin. Li hemberî êrîşan çalakiya deng derxistinê despêkir. Çalakiya deng derxistinê heya nîvê şevê berdewam kir. Piştî çalakiyê sekvanan gel gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de li Taxa Karşiyaka yê zaroka 13-14 salî Berfîn Oktem û jina bi navê Fatma Ay giran birîndar bûn. Piştî mudaxeleya despêkê Berfîn rakirin Nexweşxana Dewletê ya Êlihê, Fatma jî li Nexweşxana Dewletê ya Slopiya jiyana xwe jidest da.
Li bajarê hîna elektirîk birîne dem dem hîna dengê çekan bilind dibe. Bi tayîbetî jî li Taxa Yenişehirê ji saet 01.00'an heya serê sibê saet 05.00'an şer berdewam kiriye. Di nava şer de teqînek mezin çêbû. Di teqînê de qeyîbên can çêbûne yan na agahî nehatine girtin.
Li gelek deverên bajêr sekvan hatine bicîhkirin û raste rast gel gulebaran dikin.
Hat zanîn ku kesê sêyem ê ku duh di malek ya Taxa Yenişehîra navçeya Silopiya ya Şirnexê de hatî qetilkirin diyar bû. Navê wî Faruk Aydin ji sêrtê ye. Dê Halil Can û Ali Oduk ên ku li gel Faruq hatin qetilkirin dê sibê li Silopiya ber bi rêwitiya dawiyê ve bên şandin, cenazê Faruk Aydin jî dê li Sêrtê ber bi rêwîtiya dawiyê ve bê şandin. Her 3 cenaze ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê.
(zd-ma/zt)
