Berfîna ku ji aliyê sekvanan ve hatî gulebaran kirin sewqî Amedê hat kirin

11:29

JINHA

ŞIRNEX - Cenazê Fatma Ay ya ku li Silopiya ji aliyê sekvanan ve hastî gulebaran kirin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê. Berfîna 14 salî ya ku giran birîndar jî bûyî sewqî Amedê hat kirin.

Cenazê dayîka 9 zarokan Fatma Ay a ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji aliyê sekvanan ve hatî gulebaran kirin û qetilkirin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê. Piştî karên otopsiyê dê cardin cenazê Fatma ji bo bispêrin axê vegerînin Silopiyayê.

Berfîn Okten a ku li gel diya xwe ji aliyê sekvanan ve hatî gulebarankirin û giran birîndarbûyî jî piştî mudaxeleya despêkê rakirin Nexweşxana Zanîngeha Dîcle ya Amedê.

(zd-ma/zt)