Polîsan bi çekan êrîşî şaredariya Cizîrê kirin welatiyek birîndarbû

15:40

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê piştî çalakiya li dijî avahiya Qeymaqamtiyê pêk hat polîsan bi çekan êrîşî şaredariyê kirin, welatiyekî ku astengdarê mejî ye birîndar kir.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî avahiya Qeymaqamtiyê çalakî pêk hat. Polîsê li ber avahiyê birindar bû. Her wiha derdora avahiya Qeymaqamtiye jî ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin. Piştî bûyerê polîsan bi hinceta êrîşkar reviyaye avahiya Şaredariya Cizîrê êrîşê avahiya şaredariyê kirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêçkirî, li şaredariyê ve êrîşê derdorê dike. Dîsa di encama êrîşên polîsan de li qata 2'emîn ya şaredariyê welatiyê astengdarê mejî ku li navçeyê wek e Reşo tê zanîn ji lingê xwe birîndar bû.

Li şaredariya ji aliyê polisan ve hate dorpêçkirin lêgerîn didome.

(ma/zt)