ROJEVA 02 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

09:13

*Bangên jinan ên ji bo dawî li herêmên şer û pefçunan anînê berdewam dikin. Akademisyen Nukhet Sirman diyar kir ku di demên dawiyê de gelek tiştên erjeng tên jiyîn û got: "Jinên ku heya aştî neyê na rawestin dê dawî li vê navenda şer û pefçunan bînin." BIDÎMEN

*Konsepta şer ya ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan û damezranên wî ve li hemberî gelê kurd hatiye destpêkirin herî zêde bandorê li zarokan dike. Zarokên li Geverê dijîn anîn ziman ku ji ber êrîş û qetlîaman ew şev ranazên, şer dikeve xewna wan û daxwaza wan ya herî mezin aşitiye. BIDÎMEN

*Welatiyên ku ji ber zordariya devletê koçber bûne û hatine li wanê ji xwe re mal çêkirine ji sala 1995'an û vir ve di malên bê tapî de jiyana xwe derbas dikin. Welatiyan anî ziman ku ji ber malên wan bê tapîne ew ditirsin rayedar wana ji malên wan derxin. Welatiyan xwest ku malên wan li ser wan bên tapî kirin. BIDÎMEN

*Li Rojava jiyan bi keda jinê ji nûve tê avakirin. Jin tu caran li hember mêtingeriya serê xwe ne tewandiye û ji bo jiyana hevpar kedên mezin dide. BIDÎMEN

* Kaze Ozlu dema ku tiştên Figeh Şahin li Edeneyê jiyan kirî bihîst tiştên bi serê wê hatî hatin bîra wê dema ku di sala 1996'an de polîsan mala wê vegerandî qereqolê û îskenca cayendî lê kirî. BIDÎMEN

* Dayîkên Wanê diyar kirin ku, ew ê zarokên xwe neşînin şer û gotin: "Ji bo ku zarokên me di şer de bên kuştin me ne anî dinê. Heya ku ev şer bidome em ê zarokê xwe neşînin leşkeriyê." BIDÎMEN

*Li Lîcê jinên ku ji bo operasyonên leşkerî çalakiya mertalên zindî hatiyê destpêkirin berdevam dike û jina banga aşitiyê kir. Jinan anî ziman ku "Rabin em bi hevdira mirina bidin sekinandin. Ji bo aşitiyê bila dengê yek kesî na bila dengê deh hezaran derkeve." BIDÎMEN

*Remziye Saatli ya 85 salî ku li hember RES'an tekoşîn biserxistî got: "Bila bi giştî destê xwe ji axa me bikişin. Li gelek cihan gelek pirsgirêk hatin jiyan kirin. Lê kesê dest ji tekoşîna xwe berneda. Bila her kes li keda xwe xwedî derkeve." BIDÎMEN

* Li Silopiyaya dibin dorpêça sekvanan dene welatiyan rêveberiya cewherî nirxanidn. BIDÎMEN