Ji jinên rû li ken ji bo Kevser Elturk çalakî
14:11
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ji aliyê artêşa Tirk ve bi îşkenceyê hat qetilkirin û cenazeyê wê hat teşhîrkirin, komek ji jinan li bajarê Elmanya Dusseldorfê çalakî lidar xistin.
Jinên kincê spî li xwe kiribûn, li ber ataşetiya bazirganiyê ya Tirkiyeyê ya li Dusseldorfê civiyan û ji bo balê bikişînin ser jinên di şer de tên qetilkirin, çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de Însiyatîfa jinên rû li ken daxuyanî da û destnîşan kir ku şer herî zêde bandorê li jinan dike. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku jin li dijî şerê Tirkiyeyê yê li hemberî Kurdan disekinin û ji Elmanyayê jî hat xwestin ku bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê. Çalakiya bi dirûşmeya "li dijî şerê qesrê, bi lezgînî aştî û demokrasiyê" hat lidarxistin, ji jinan destekek xurt dît.
(rc)
