ROJEVA 03 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

09:00

*Flavîa Carvalho a ku li bajarê Curîtîba a Brezilya yê dijî, bê pera deq ji jinên ku rastî şîdetê hatine re çêdike. Flavîa şopên şîdeta mêra li ser bedena jinan bi deqên renge reng digre û bi vî aweyî pêşî li travmayê zarokan digre.

*Li hemberî polîtîkayên AKP'ê ya ku li Kurdistanê şer daye destpêkirin jinên endamên KJA û BİKG''ê di 5'ê îlonê de hem wext çalakiya runistandinê bikin. BIDÎMEN

*Mehabat Hesen Sado bi helbestan hest û ramanê xwe îfade dike û bi zimanê Kurdî êşa jinan û berxwedana têkoşerên jin vedibêje. BIDÎMEN

*Jinên Wanê bertek nîşanî şerê topyekun hatî despêkirin dan û gotin: "Emê li gel her kesî û her tiştî ji daxwazên xwe yên aştiyê paşde neçin, lê emê nesekinin ku kes bên me înfaz bikin. Emê parastina xwe ya cewherî bikin û li ber xwe bidin." BIDÎMEN

*Azize Erkutlu ya ku piştî girtina hevşaredaran weke cîgira hevşaredarên Surê dixebite diyar kir ku di nava pergalek a hîna pergala hevserokatiyê ne pejirandî de girtina hevşaredarên jin tesaduf nîne. Azize da zanîn ku cîhgirtina hevşaredaran li nik gel tiştek xwezayiye û got: "Ez difirim ku divê jin di vê pêvajoya aştiyê de di pêş de cîh bigirin. Bila bizanin ku emê bi gel re vê pêvajoyê hîn zêdetir pêşde bibin." BIDÎMEN

*Gundiyên gundê Xîrara Dêrika Çiyayê Maziya Mêrdînê bertek nîşanî Musa Çitli yê ku berê li gundên wan qirkirin pêkaniyî û niha jî li Amedê hatî dabînkirin dan. BIDÎMEN

*Li Navçeya Sur û Çermîk'ê a Amedê berî mehekî du jin hatin qetilkirin hîn jî nasnamê wan nehatine tespîtkirin. Bi vî avayî qetîlê jina jî bê ceza diminîn. BIDÎMEN

*Li peravên Bodrumê li gel zarokê di peravên avê de xeniqiyî çîroka bi hezaran zarokên ku ji ber şer neçarî koçberiyê bûne hene. BIDÎMEN