Ciwan ji bo azadiya Ocalan dimeşin

15:21

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi şiyara 'Xwedî derkeve' dest bi meşê kirin, di roja sêyemîn de çalakiya xwe bi coşeke mezin didomînin.

Ciwanên ku îro danê sibehê li Komeleya Kurdên Elewî ya li Oberbergîscherkreîsê civiyan, meşa xwe ji cihê mayî, dewam kirin. Komîteya Amadekar da xuyakirin ku beşa îro ya meşê ji 11 kîlometreyan pêk tê û banga tevlîbûneke xurt li ciwanan kir. Di meşê de moralên ciwanan di asteke bilind de ye. Beşdarên meşê destnîşan dikin ku heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe, wê têkoşîna wan dewam bike.

Hat ragihandin ku piştî meşa îro danê êvarê wê bi mijara "Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk, Azadîparêziya Jinê" semînerek bê lidarxistin.

(rc)