Li Colemêrgê balefirêm şer herêma sivîl lêne bombabaran dike

15:51

JINHA

COLEMÊRG - Li çoltera Berdereş û Oremarê operasyoneke berfireh a leşkerî hat destpêkirin û balafirên şer herêmê bombebaran dike. Hat ragihandin ku bombebaran didome û jiyana welatiyên sivîl ên li herêmê di xetereyê de ne.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê leşkeran li herêmên Berdereş û Oremarê bi tevlîbûna balafirên şer operasyoneke berfireh da destpêkirin. Di seatên serê sibê de herêm bi obus û hawanan hat bombebarankirin û seat ji 14.53'an vir ve jî balafirên şer herêmê bombebaran dike. Hat ragihandin ku bombebarana herêmê hêj didome û jiyana welatiyên sivîl ên li herêmê di xetereyê de ne. Hat zanîn ku têketin û derketina herêmê jî ji hêla leşkeran ve hatiye qedexekirin.

(zt)