Polîs kolanên Silopiya yê gulebaran dikin
18:49
Îlon
3
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Ji bo ku wesayîta zirxî bikeve kolanên Taxa Cudî polîs derdora xwe gulebaran dike.
Wesayîta zirxî hewildide têkeve Taxa Cudî ya navçeya Silpiya ya Şirnexê, ji bo ku têkeve kolanê polîs derdora xwe gulebaran dike. Li kolanên ser cadeyên 4'emîn û 5'emîn ên Taxa Cudî polîsên bi wesayîtên zirxî ketine kolanan derdora xwe gulebaran dikin. Hat zanîn ku TIR ek ya ku li kolanê bû gulebaran kirin. Ji navendê dengê çekan bilind dibe. Welatiyên li navendê û esnaf derê dikanên xwe digirin û dikevin hindirê malên xwe.
Ji navendê dengê çekan bilind dibe.
(ma-zd/zt)
