ROJEVA 04 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ
09:38
*Li bajarê Rimêlan dewreya perwerdê a Şehît Gelhat ya ku di binya Akedemiya Şehît Mazlûm de di 19'ê Tebaxê de hatî despêkirin dê 45 rojan bidome.
*Di navbera 5-7'ê Îlonê de li hember şerê li Kurdistanê tê jiyankirin dê li gelen navendên Tirkiyê jin dengê xwe bilind bikin û daxwazên xwe yên ji bo aştiyê bînin ziman.
*Xizmên girtiyan diyar kirin ku gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PJAK'ê rastî tindiyan tên divê bi qasî tê xwestin piştevaniya çalakiya girtiyan bê kirin û daxwazên wan bên pejirandin.
*Heyva Sor li bajarê Qamişloyê bê navber piştgirî dide nexweşxaneyan û pêdiviyên tenduristî pêşwazî dike.
*Rejîma Baas 28 sal berê li dijî gelê kurd komkujî pêk anî. Di operasyona Enfalê ya komkujiya gelê kurd de bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin. Bi hezaran jin rastî tacîz û tecawizê hatin. Li bazaran hatin firotin. Li gorî belgeyên fermî jinên enfalê yên ji bo di qulubên şevê de bixebitînin şandin Misirê, hêj agahî ji wan nayê stendin.
*Dayîka leşker Gûlîstan Erek diyar kir ku, ciwan dibin qûrbanê xeyalê seroktiyê û wiha got: "Ji bo dayîkek ku ewladê xwe winda kirî, dikare behsa kîjan kêfxweşiyê bike? Piştî min ewladê xwe winda kir welat saxbe çiye, sax nebe çiye? Ez naxwazim tabûtê kurê xwe ê bi alê Tirkan hatî alandin hemêz bikim."
*Endama Lijneya Yekitiya Rêvebirinên Herêmî yê Demokratîk Olcay Kanlibaş diyar kir ku netew dewlet êdî di nav krîz û kaosekî de ye û got ku Tirkiye ji ber ku dev ji pergala xwe ya netew dewletbûnê bernade ‘Şertê Xweseriya Rêvebirinên Herêmî yê Evropa’ napejirîne. Olcay dest nîşan kir ku DBP’ê di rêziknameya xwe de cih daye xweseriyê û anî ziman ku îlan kirinên rêvebirinên cewherî rewaye.
*Meleyê bi navê M. Emîn İdîn ku 14 sale li gundê Dogan a girêdayî Perwariyê meletiyê dike, rexmê ku ne bi awayek fermî meletiyê dike bi hinceta ku bi kurdî waaz daye bi nivîsek fermî ji kar hate girtin û çûyîna wî ya mizgefta jî hate qedexekirin.
